Mihemed Emînîfer ji bo derbaskirina cezayê girtîgehê bo Girtîgeha Nexedeyê hat veguhastin

22:37 - 1 Adar 2025

Roja Çarşemî 8’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed (Soran) Emînîfer” xelkê gundê “Elî ava” ya ser bi bajarê Nexed, piştî ku ji bo derbaskirina cezayê  girtîgehê bo taya cîbicîkirina cezayê tawanan a ser bi Serdozgeriya Giştî û Şoreş a bajarê Nexede, bo girtîgeha vî bajarî hat veguhastin.
 
Pêştir ev welatiyê Kurd bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de” û “propaganda dijî hikûmetê” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer Secad Dostî bi 29 meh girtígeh hatibû cezakirin.
 
Roja Duşemî 11’ê Rêbendana 1402’an a Rojî, hêzên ewlekarî bêyî ku belgeya dadweriyê hebin, avêtine ser mala vî welatiyê han û piştî ku bêhurmetî li endamên malbata wî kiriye, ev binçav  kirine.
 
Ev welatiyê Kurd ji bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên îtlaata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û piştî danîna barimteya du milyar Tûmenî ji girtîgeha Nexedeyê hatibû azadkirin.
 
Mihemed Emînîfer kurê Fetah e, ​​di 30ê Xermanana  1363an a Rojî de hatiye dinê.