Mamosteyê dibistanên Dêhgolan Ravîn Metayî ji kar hat dûrxistin
12:20 - 23 Adar 2025

Ravîn Metayî mamostayê lîseyê yê Dêhgolanê ku 23 sal ezmûna mamostetiyê heye, ji aliyê desteya çavdêriya binpêkirinên îdarî ya Wezareta Perwerdeyê ve ji kar hat dûrxistin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev biryar di 23ê Reşemeha 1403’an a Rojî de ji vî pisporê pilebilind ê kîmyayê re hatiye ragihandin.
Ev mamosta di Pûşpera sala 1403’an a Rojî de, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê, bêrêzîkirina bi Spaha Pasdaran, bêrêzîkirina bi Îslamê, û propaganda ji bo girûpên dijberê hikûmetê” ji aliyê desteya binpêkirinên îdarî ya perwerdehiya parêzgeha Sine ve, bi salekê ji kar hat dûrxistin. Piştî lêkolîna lijneya temyîzê ya li dijî binpêkirinên îdarî ya Wezareta Perwerdehiyê, ev biryar wek dûrxistina hertimî ji mamostetiyê hat guhertin.