Rojnamevanê Kurd Resûl Gelêban ji bo lêpirsîna dozgerê giştî û dadgeha Şoreş ya Urmiye hate gazîkirin

20:13 - 21 Adar 2025

Resûl Gelêban, rojnamegerê kurd yê xelkê Urmiye bi tohmeta "Propagandayê li dijî hikûmetê û bê rêzîkirin bi neteweyên din yên li Îranê û hevkariya bi medyayên dijber re bo taya 6 a dozgeriya giştî û şoreş a Urimiyê şandin.
 
Malbata rojnamevan gazînameya xwe ji bo taya 6 ya Dozgeriya Giştî ya Urmiye li 22ê Rêşemeha 1403an a Rojî de wergirtibûn.
 
 Gelêban roja Yekşemê, 19ê Xakelêweya 1403an a Rojî hatibû binçavkirin û piştî bidawî bûna piroseya lêpirsînê li 21ê Xakelêweya heman salê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî  bi awayek demkî hatiye azad kirin.
 
LI Cozerdana 1403an de, rojnamegerê kurd du sal cezayê dadgeha şoreşgerî ya Urmiye bi serokatiya dadwer Necefzade bi tohmeta propagende li dijî hikûmetê û bêrêzîkirin bi neteweyên din yên Îranê bi du sal girtîgeha ragirtî hatibû cezakirin.
 
Ev rojnamevanê Kurd di heyama sala derbasbûy de ji sê civînên dadgehê re rû bi rû bûye.
 
Resûl Gelêban, berpirsê malpera Urmiye 24ê, ji sala 1395ana Rojî şûnda çalakiyên xwe yên medyayê dest pê kir.