Bokan; Bêhrûz Ferheng ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

Roja Sêşemî 14’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Bêhrûz Ferheng” xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hat veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê avêtine ser terzîxaneya vî welatiyê ku li cadeya “Molvoy Şerghî” ya bajarê Bûkanê ye û ew binçav kirine.
Vê çavkaniyê haydar her wiha got: Piştî lêgerîna dukana terzîxaneya Bêhrûz Ferheng, telefona desta ya wî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dest bi ser de hat girtin.
Vê çavkaniya haydar got: 24 demjimêran piştî binçav kirinê, ev welatiyê Kurd di pêwendiyeke kurt ya telefonî de bo malbata xwe ragehandiye ku bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirina Bêhrûz Ferheng û tohmetên li ser Bêhrûz Ferheng li ber dest nîne.