Girtiyê xelkê Bîcarê li Girtîgeha Qizil Hisar ya Kerecê hat îdam kirin

22:34 - 1 Adar 2025

Sibeha roja Pêncşemî 9’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Emîr Ceferpenah” xelkê bajarê Bîcarê, li girtîgeha Qizil Hisar a bajarê Kerecê hat îdamkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han 5 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.