Dêhgolan; Pûriya Ehmedî bi danîna barimteyê hat berdan

Roja Çarşemî 17ê Rêbendana 1403an a Rojî, Pûriya Ehmedî, biraziyê Şadman Ehmedî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya tevgera Jin, Jiyan, Azadî li Dêhgolanê, piştî danîna barimteya 700 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hat azadkirin.
Ev welatiyê 26 salî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye.
Di destpêka meha Rêbendanê ya sala 1403`an a Rojî de, Ehmedî li cihê kar ji aliyê hêzên ewlekarî ve bê belgeya dadweriyê hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hatiye birin.
Heya niha li derheq sebeba binçavkirina Pûriya Ehmedî û tohmetên ku li dijî wî hatine kirin, ti zanyariyên teqez nehatine bidest xistin.
Di 7’ê Sermaweza a sala 1402’an a Rojî de, Şadman Ehmedî, 33 salî, xelkê Dêhgolanê, ku roleke sereke di xwepêşandanên gelî yên wî bajarî de hebû, piştî çendîn êrîşên hêzên ewlehiyê di 7’ê Semaweza 1402’an a Rojî de, bi tundî hate binçavkirin û lêdan kirin, û di dawiyê de bi îşkenceyê hate kuştin.