Binçavkirina Behmen Fêyzî li yek ji navendên ewlehiyê yên li Sine berdewam dike

21:43 - 8 Şibat 2025

Welatiyê bi navê Behmen Fêyzî yê xelkê bajarê Seqizê li yek ji girtîgehên ewlehiyê yên Sine tê ragirtin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye.
 
Ev welatiyê Kurd, roja Çarşemî 10’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, li bajarê Seqizê, bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Seqizê ve hatiye binçavkirin.
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Behmen Fêyzî de ti zanyariyek berdest nîne.