Şêrko Tabnak ji bo derbaskirina cezayê girtîgehê bo Girtîgeha Bokanê hat şandin

18:59 - 16 Şibat 2025

Roja Şemî 17’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, Şêrko Tabnak, girtiyê siyasî yê berê, piştî gazîkirinê, bo taya cîbicîkirina cezayê giiran a dozgeriya giştî û şoreşê ya Bokanê, hat bincavkirin û bo girtîgeha vî bajarî hat veguhastin.
 
Ev welatiyê temen 36 salî herî dawî ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayên Giran a Bokanê ve bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê” 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
 Tabnak di Sermawez a sala 1403’an a Rojî de bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê bi danîna barimteyê hatibû berdan.
 
Şêrko Tabnak roja Çarşemî 23’ê Pûşpera 1401’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û di meha Xermanana heman salê de, di taya 101 a dadgeha Tawanan a Bokanê, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê bo berjewendiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” bi 5 meh girtîgeh û 7 meh girtîgeha ragirtî hat cezakirin.
 
Ev welatiyê han roja Şemî 20’ê  Sermaweza 1400`an a Rojî bo derbas kirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin û roja Înê 16’ê Banemera 1402’an a Rojî bi dawî kirina cezayê xwe hat berdan.