Kirmaşan; Serbazê Kurd Metîn Seîdî Zengekanî piştî nedana îzinê mirexesiyê xwe kuşt

01:28 - 13 Kanûna Paşîn 2025

Roja Pêncşemî 20’ê Befranbar a sala 1403’an a Rojî, serbazekî Kurd bi navê “Metîn Seîdî Zengekanî” xelkê bajaroka Dizaa Siyaweş a ser bi bajarê Urmiyê, dema ku nobedarî  yek ji baregehên leşkerî li bajarê Kirmaşanê dikir, bi çeka xwe, xwe kuşt.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev serbaz pêştir neştergerîya pişta wî hatibû kirin, û piştî ku fermandeyê wî li ser daxwaza çûna wî razî nebû, wî xwe kuşt.
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: 19 roj bo bidawîhatina erkê serbaziya Metîn Seîdî Zengekanî mabû.
 
Metîn Seîdî Zengekanî, 21 salî, kurê Cemşîd e.