Du girtî li girtîgeha Mehabadê hat îdamkirin

00:33 - 8 Kanûna Paşîn 2025

Sibeha roja Duşemî 17’ê Befranbara 1403’an a Rojî, du girtiyên bi navên “Riza Seydî” temen 48 salî û “Elî Atîn” 28 salî xelkê Serdeştê li girtîgeha Mehabadê hatin îdamkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev her du girtî di heyama çend rojên borî de ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî li girtîgeha Mehabadê hatibûn veguhastin.
 
Ev her du girtî di sala 1400’an a Rojî de bi tohmeta “destdirêjiyê” hatibûn binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadweriyê ve di dozeke hevpar de cezayê îdamê lê wan hatibû birîn.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina van herdu girtiyan ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.