2 girtiyan li girtîgeha Dêzilavaya Kirmaşanê hatin îdamkirin

02:45 - 6 Kanûna Paşîn 2025

Sibeha roja Çarşemî 12’ê Befreanbara 1403’an a Rojî,  du girtiyên bi navên “Meysem Ferhadî Feraşî” û “Riza Bextiyarî” xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Dêzilava ya vî bajarî hatin îdamkirin.
 
Ev her du girtî beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibûn binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha daweriyê ve cezayê îdamkirinê li wan hatibû birîn.
 
Meysem Ferhadî Feraşî 29 salî bû û zewicî bû.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina van du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.