Emîr Rehmanî ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Şinoyê hat veguhastin

13:26 - 5 Kanûna Paşîn 2025

Roja Şemî 15’ê Befranbara 1403’an a Rojî, Emîr Rehmanî welatiyê Kurd xelkê gundê “Teçîn Ava” ya ser bi bajarê Şinoyê, bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgeha vî bajarî hat veguhastin.
 
Ev welatiyê han pêştir ji aliyê taya yekem a dadgeha şoreşa Şinoyê bi serpereştiya dadwer “Ensarî” bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurdî yên opozisyonê de” bi sê sal girtîgeha ragirtî,  salek cezayê teizîrî û dana 40 milyon Tûmen pere bi tohmeta propagende li dijî hikûmetê hatibû cezakirin.
 
Cezayê hepsê ya vî welatiyê Kurd piştî pêşkêşkirina dengan û sepandina madeya 442 bo sê mehan hat kêmkirin.
 
Roja Duşemî 20’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, Emîr Rehmanî piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Şinoyê hatibû azadkirin.
 
 Rehmanî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin.
 
Roja Duşemî 28’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bi şikandina deriyê mala wî û destdirêjî û bêhurmetiyê binçav kiribûn.