Seqiz; Rehman Rehîmpûr girtiyê siyasî yê berê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

Roja Çarşemî 10ê Rêbendana 1403an a Rojî, Rehman Rehîmpûr girtiyê siyasî yê berê yê xelkê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlekarîyê ev welatiyê Kurd li ber maleke şexisî bi bê belgeya dadweriyê binçav kirin e, piştre avêtin ser mala wî û dest danîne ser telefonên desta yên wî û hevjîna wî û hinek kelûpelên wî yên şexsî.
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetê li ser vî girtiyê siyasî yê berê li ber deste.
Roja Çarşemî 22ê Gelawêja 1399an a Rojî, Rehman Rehîmpûr li parka Laleşê ya bajarê Seqizê bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” bêyî belgeya dadgehê hatibû binçavkirin bi danîna barimteyê bibwayek demkî heta dawiya dozê serbest hatibû berdan.
Rehîmpûr di Sermaweza 1399’an a Rojî de bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê bo berjewendiya yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona dewleta Îranê” ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Seqizê ve bi 10 meh heps hatiye cezakirin.
Ev girtiyê siyasî, roja Şemî 12’ê Pûşpera 1400’an a Rojî, bo derbas kirina cezayê xwe, bo girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin û di meha Sermaweza Yekem a heman salê de, piştî bidawîhatina cezayê xwe hatibû azadkirin.