Sine; Hêzên ewlehiyê Mihyedîn Xalidiyan girtin
13:53 - 31 Kanûna Paşîn 2025
Roja Çarşemî 10ê Rêbendana 1403an a Rojî, “Mihyedîn Xalidiyan” welatiyê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê kurd li cihê karê wî binçav kirine, bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin.
Çavkaniya haydar her wiha got: “Hêzên ewlehiyê jî avêtine ser mala şexisî a Xalidiyan û piştî lêgerîna mala wî, dest danîne ser hinek tiştên wî yên şexsî.”
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Mihyedîn Xalidiyan de berdest nîne.