Çalakvanên medenî yên Dêhgolanê Ferhad Zendî û Mehdî Cewanmerdî hatin binçavkirin

11:29 - 29 Kanûna Paşîn 2025

Roja Duşemî 6ê Rêbendana 1403an a Rojî, Ferhad Zendî û Mehdî Cewanmerdî çalakvanên medenî yên xelkê Dêhgolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew du çalakvanên civaka medenî bêyî belgeya dadwerî hatin binçavkirin û piştre bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
 
Mehdî Cewanmerdî jî di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û cezayê girtîgehê lê wan hatibû birîn.
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û thmetbarkirina han li ser wan her du çalakvanên civaka medenî li ber dest nîne.