Mehabad; Mensûr Mewlûdpûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavirin

11:28 - 29 Kanûna Paşîn 2025

Êvariya roja Şemî 6’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, Mensûr Mewlûdpûrî welatiyê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê kurd li cihê karê wî binçav kirine, bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirina Mewlûdpûrî, hêzên ewlehiyê avêtin ser mala wî ya şexsî û lêgerînê li mala wî kirin.
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatîyê Kurd li ber deste.