Mehabad; Celal Perhîzkar û Serwer Heme Nazdar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin
11:27 - 29 Kanûna Paşîn 2025
Di rojên derbasbûyî de, 2 welatiyên Kurd bi navên “Celal Perhîzkar” û “Serwer Heme Nazdar” xelkê gundê “Hacî Elîkend” a ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin, ev her du welatî di malên wan yên şexsî de binçav kirin e.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên han li ser wan her du welatiyên Kurd li ber deste.
Ji rastê ber bi çepê ve wêne: Serwer Heme Nazdar û Celal Perhîzkar