Merîwan; Pervîn Edvay piştî ku gazî Îdareya Îtlaata hat kirin hat binçavkirin
Roja Duşemî 1’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, “Pervîn Edvayî” çalakvana medenî û girtiyê siyasî yê berê, piştî gazîkirina navenda ragihandinê ya Îtilaata Merîwanê, hat binçavkirin û heya niha tu agahî ji çarenivîsa wê nehatine zanîn.
Çavkaniya haydar her wiha got: Ev çalakvanê medenî di dema binçavkirinê de ji ji mafê hebûna parêzer û serdana malbata xwe bêpar bûye.
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin Pervîn Edvayî û tohmetên ku li dijî wê hatine kirin, ti zanyariyên teqez nehatine bidest xistin.
Pervîn Edvayî beriya niha di 5ê Gelawêj a139an aRojî de li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo navenda îtlaata Sine hatibû veguhastin.
Piştî 2 mehan ji lêpirsînê, ew bo navenda çaksaziyê ya Sine hatibû şandin û piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî di 02.11.2019an de bi awayekî demkî hat berdan.
Parvîn Edvayî piştre ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Merîwanê ve bi tohmeta “li dijî ewlehiya neteweyî bi hevkarîkirina yek ji partiyên Kurd ên opozisyona rejîma Îranê” bi 5 sal zîndan hat mehkûmkirin û ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve bo salekê hat kêmkirin. Dadgeha temyîzê.
Ev girtiyê siyasî yê berê di 2ê Xezelwera 1398an de ji bo derbaskirina cezayê girtîgehê hatibû binçavkirin û piştî ragihandina efûya ji aliyê dezgeha dadwerî ve, roja Duşemê 2ê Rêbendana .1399an a Rojî bo navenda çaksaziyê hatibû veguhastin.
Ev çalakvanê medenî yê Kurd di salên derbasbûyî de li bajarê Merîwanê di warê mafên jin, zarok û jîngehê de çalak bûye.