Sine; Binçavkirina Parsa Rehîmî ji ber greva giştî ya li dijî cezayê îdamkirinê

22:38 - 26 Kanûna Paşîn 2025

Roja Çarşemî 3’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Parsa Rehîmî” xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Parsa Rehîmî bêyî belgeya dadwerî û bi tundî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û ti agahî li derhe çarenivîsa wî de li ber dest in.
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev welatiyê esnafa pêlavfiroşan li bazara Sine ji ber tevlîbûna gireva giştî ne ji bo îdamê hatiye binçavkirin.
 
Di 3’ê Rêbendana sala 1403’an a Rojî de, li ser banga partiyên Kurdistanî ku ji cezayê îdamkirinê re na bêjin, li gelek bajarên Kurdistanê, ji wan Sine, Mehabad, Seqiz, Dîwandere, Merîwan û  … hwd, grevên gel hatin lidarxistin.