Nexede; Selam Azerî salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

13:25 - 5 Kanûna Paşîn 2025

Selam naskirî bi (Şahîn) Azerî welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexede, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer Dostî bi salek û şeş meh girtîgehê hat cezakirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, li ser bingeha biryarê, ev welatiyê han bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de” bi salek heps û bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê jî 6 meh heps hatiye cezakirin”.
 
Di rojên derbasbûyî de ev ceza bi ser vî welatiyê Kurd de hatiye dayîn.
 
Roja Çarşemî 18’ê Rêbendana 1402’an a Rojî de, Selam Azerî piştî danîna barimteya Du milyar Tûmenî ji girtîgeha Nexede bi awayekî demkî hatiye azadkirin.
 
Roja Şemî 27’ê Xezelwera 1402’an a Rojî, hêzên ewlehiyê avêt li ser cihê karê vî welatiyê han de, bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev binçav kiribûn.
 
Piştî binçavkirina Azerî, hêzên ewlehiyê avêtin ser mala wî ya şexsî û lêgerîn li mala wî kirin.
 
Ev welatiyê Kurd piştî proseya lêpirsînê ji girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin.