Mehabad; Hêzên ewlehiyê çalakvanê jîngehparêz Zagros Resûlî binçavkirin
22:08 - 26 Kanûna Paşîn 2025
Roja Yekşemî 7ê Rêbendana 1403an a Rojî, Zagros Resûlî çalakvanê jîngehparêzî xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ew çalakvanê jîngehparêzî li cihê karê wî bê hebûna belgeya dadweriyê binçavkirine û dest danîn ser telefona wî jî.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li Zagros Resûlî hatine kirin, ti agahî li ber dest nînin.