Girtîgeha Qizil Hisar; Ferzad Mîrzeyî, Ferhad Ferdînî û Semed Haşimî hatin îdamkirin
22:06 - 26 Kanûna Paşîn 2025
Sibeha roja Yekşemî 7`ê Rêbendana 1403’an a Rojî, sê girtiyên Kurd bi navên “Ferzad Mîrzeyî” (45) salî, “Ferhad Ferdînî” (35) salî û “Semed Haşimî” (45) salî, her sê ji xelkê parêzgeha Hersîn a Kirmaşanê, li girtîgeha Qizi Hisara Kerecê hatin îdamkirin.
Ev 3 girtî beriya niha bi heft salan bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibûn binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadwerî ve di dosyayek hevbeş de bi îdamê hatibûn cezakirin.
Heta niha nûçeya îdamkirina van her sê welatiyên Kurd di medyaya dewletê de nehatiye ragihandin.