Nasir Ehmedzade li Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
Sibeha roja Yekşemî 7ê Rêbendana 1403an a Rojî, welatiyê Mehabadê Nasir Ehmedzade, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke haydar, demjimêr 02:00 hêzên ewlehiyê li taxa “Kanî Sûfî Reşîd” a bajarê Mehabadê avêtine ser mala taybet a wî welatî û bêyî hebûna belgeya dadgehê ew binçav kirine.
Nasir Ehmedzade 33 salî ye, zewicî ye û zarokek wî heye.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirina Ehmedzade û tohmetên ku li ser wî hatine kirin, berdest nînin.
Ev welatiyê Kurd, roja Yekşemî 23’ê Gelawêja 1401’an a Rojî, bê destûra dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 13’ê Xermanana heman salê, piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, ji girtîgeha Mehabadê hatibû azadkirin.