Merîwan; Binçavkirina çalakvanê medenî û jîngehparêz Karo Elîdad ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û veguhastina wî bo cihekî nediyar
14:45 - 25 Kanûna Paşîn 2025
Li gor raporta gihîştî bi Kurdpayê; Roja Çarşemî 2ê Rêbendana 1403an a Rojî, Karo Elîdad, çalakvanê medenî û jîngehparêzî xelkê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bê nîşandana belgeya dadweriyê hat binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Zêdetirî 8 hêzên ewlehiyê bi du otombîlan êrişî dukana vî welatiyê kurd li Pasaja Molewî ya Merîwanê kirin û bi tundî ew binçavkirin e.
Heta niha ti agahî li derheq sebeba û cihê ragirtina vî ciwanê 21 salî de nînin.