Qorve; Hêzên ewlehiyê Zahid Xalidiyan û Wehîd Xalidiyan binçav kirin
14:44 - 25 Kanûna Paşîn 2025
Roja Pêncşemî 4ê Rêbendana 1403an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Zahed Xalidiyan” û “Vahid Xalidiyan” xelkê Qorve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ew her du bira li cihê karê wan bê hebûna belgeya dadweriyê binçav kirin e.
Çavkaniya haydar her wiha got: “Ew du bira di çarçoveya gireva giştî ya li dijî bidarvekirinê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.”
Di 3`ê Rêbendana sala 1403’an a Rojî de, li ser banga partiyên Kurdistanî ku ji cezayê îdamkirinê re na dibêjin, li gelek bajarên Kurdistanê, ji wan Sine, Mehabad, Seqiz, Dîwandere, Merîwan û … hwd, grevên gel hatin lidarxistin.