Merîwan; Piştî binçavkirina Ramyar Kawe, hêzên ewlehiyê bi telefona wî gef li welatiyan dixwin

11:09 - 21 Kanûna Paşîn 2025

Duh Duşemî 1ê Rêbendan a sala 1403an a Rojî, Ramyar Kawe temen 21 salî, kurê Ezîz û xelkê gundê “Nêy”a ser bi bajarê Merîwanê, piştî gazîkirina bo Îdareya Îtilaata Merîwanê hat binçavkirin û heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e, hêzên ewlehiyê bi telefona wî gef ji welatiyan xwarin e. 
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji bo  Kurdpayê re ragihandiye; Idareya Îtlaatê bang li hejmarek welatî û xizmên Ramyar Kawe yên li derveyî welat kiriye û peyam şandin û gef li wan xwar ku “bêdeng bimînin û tiştekî ji xelkê hundir re nebêjin”.
 
Roja 1ê Rêbendana.1403an a Rojî, demjimêr 09.00ê sibê, Ramyar Kawe bo Îdareya Îtla`ata Merîwanê hat gazîkirin û piştire binçavkirin û hêzên ewlehiyê pêwendî bi malbata wî re kirin û gotin ku dê li vir bimîne.
 
Ramyar Kawe bêyî şandina belgeya dadgehê hatiye gazîkirin û heta niha ti zanyariyek li derheq sebeba gazîkirinê, cihê binçavkirinê û çarenivîsa wî de nîne.