Sine; Binçavkirina Esed Xefûrî, mamostayê zanîngehê û yek ji berpirsên kempêyna rêgirtin li îdamkirina Pexişan Ezîzî

19:45 - 19 Kanûna Paşîn 2025

30 Befranbara 1403`an a Rojî, Esed Xefûrî mamostayê zanîngehê yê Sine û yek ji berpirsên kempêyna “Pêşgiriya rêgirtin li îdamkirina Pexişan Ezîzî” ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Sine ve hat binçavkirin û bo navendeke ewlehiyê hat veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Xefûrî, roja Şemî 29’ê Befranbara 1403’an a Rojî, bêyî nîşandana belbegeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo yek ji navendên ewlehiyê hat veguhastin.
 
Heya niha ti agahî li derheq sebeba binçavkirina vî mamostayê zanîngehê de nînin.
 
Kempêyna “Pêşgiriya îdamkirina Pexişan Ezîzî” heta niha 9 hezar îmze kom kiriye û daxwaza betalkirina cezayê îdamê ya wê girtiya siyasî ya ku cezayê îdamê heye kiriye.