Pîranşar; Rehman Qadrî 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

20:13 - 10 Kanûna pêşîn 2024

Rehman Qadrî welatiyê Kurd xelkê Pîranşarê, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” ji aliyê taya 102 a dadgeha tawanan a vî bajarî ve, bi 8 meh girtîgeh hat cezakirin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, civîna dozên vî welatiyê 15’ê Sermaweza sala 1403’an a Rojî li taya 102’a dadgeha tawanan a Pîranşarê birêve çûye û roja Yekşemî 18’ê Sermawezê jî ev ceza jê re hatiye dayîn.
 
Roja Şemî 19’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, Rehman Qadrî piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexede hat berdan.
 
Roja Duşemî 22’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Qadrî piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila’ata Spaha Pasdaran a Pîranşarê, hat binçavkirin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bo girtîgeha Nexede hat veguhastin.
 
Ev welatiyê Kurd beriya niha jî gelek caran ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hatiye gazîkirin û lêpirsîn hatiye vekirin.
 
Rehman Qadrî, temen 25 salî, kurê Elî û xelkê gundê “Endîze” ya Pîranşarê ye.