Pîranşar; Mamosteyê zimanê Kurdî Hacî Berze cezayê girtîgehê û cezayê pere bi ser de hat sepandin
Mamostayê zimanê Kurdî li Peymangeha Beyan a Perwerdeya Zimanê Kurdî û birayê Bapîr Berze, girtiyê siyasî yê Kurd, ji aliyê taya 102 ya Dadgeha Cezayên Giran a Pîranşarê ve bi dadweriya Emîr Mihemedî, 5 meh heps û 15 milyon Tûmen cezayê pere li ser wî de hat sepandin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, li ser bingeha wê biryarê, ev çalakvanê medenî bi tohmeta “propagandakirina dijî hikûmetê” bi 5 meh heps û bi tohmeta “belavkirina derewan” bi 15 milyon Tûmen cezayê pere hatiye cezakirin.
Hacî Berze roja Duşemî 7’ê Cozerdana sala 1403’an a Rojî, bi danîna barimteya Du milyar û 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexede hatiye azadkirin.
Ev mamostayê zimanê Kurdî ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Urmiyê hatibû veguhastin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin.
Roja Çarşemî 19ê Banemera 1403`an a Rojî, Hacî Berze bêyî nîşandana belgeya dadgehê, li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
Hacî Berze birayê Bapîr Berze, girtiyê siyasî xelkê gundê “Çiyane” a Pîranşarê ye, ku roja Şemî 23’ê Befranbar a 1402’an a Rojî, bo derbazkirina cezayê xwe bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin.