Hêmin Şah Mihemedî li Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

00:10 - 1 Kanûna Paşîn 2025

Roja Înê 7’ê Befranbara 1403’an a Rojî, Hêmin Şahmihemedî temen 17 salî, kurê Hejar xelkê Emîrava ya Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev ciwan bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirine.
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Hêmin Şah Mihemedî de ti agahî nehatine bidestxistin.