Seqiz; Binçavkirin û nediyarbûna çarenivîsa Azad Xadim
19:11 - 4 Kanûna pêşîn 2024
Roja Duşemî 5ê Sermaweza 1403an a Rojî, Azad Xedim mamostayekî xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin, û ti zanyariyên rast li ser çarenivîsa wî nînin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev mamostayê kurd binçav kirin e.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: şopandinên malbata Azad Xadim ji bo zanîna çarenivîs û cihê ragirtina wî bê encam mane.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh li derheq sebeba binçavkirina Xadim û tohmetên li ser wî de nînin.