Li Pîranşarê 2 kes hatin binçav kirin

10:49 - 28 Kanûna pêşîn 2024

Piştî pêla binçavkirin bikom û girûp li bajarên Kurdistanê, sibeha roja Înê 7’ê Befranbara 1403’an a Rojî, Bêhzad Mehmûdî welatiyê “Peswê”a Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê û bi tundûtûjiyê, avêtine ser mala şexsî ya vî welatiyê han û ew binçav kirine.
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Hêzên ewlehiyê dest danîne ser telefona destan a vî welatiyê kurd jî.
 
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq binçavkirin û tohmetên li ser vî welatiyê 27 salî tine.
 
Di vê derbarê de, sibeha roja Înê 7’ê Rêbendana 1403’an, welatiyekî Kurd bi navê “Aram Mihemedî” xelkê “Pasûh”a bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên Întizamî ve hat destbiserkirin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.