Ramîn Kebîrî li girtîgeha Miyandavê hat îdamkirin
23:07 - 25 Kanûna pêşîn 2024
Sibeha roja Pêncşemî 29’ê Sermaweza sala 1403’an a Rojî, cezayê îdamê yê girtiyê bi navê Ramîn Kebîrî yê xelkê bajarê Şahîndêjê li girtîgeha navendî ya Miyandavê hat lidarxistin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han nêzîkî çar salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû bincavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.