Luqman Şenge li girtîgeha Urmiyê hat îdamkirin
21:50 - 24 Kanûna pêşîn 2024
Sibeha roja Duşemî 3’ê Befranbara 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Loqman Şenge” yê xelkê bajarê Nexede li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê 45 salî, roja Şemî 1’ê Befranbarê ji girtîgeha Nexede bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê bo cîbicîkirina cezayê îdamê hatibû veguhastin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev girtiyê han bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin û ji sala 1396an ve di girtîgeha Nexede de bû.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.