Berdewamiya binçavkirin û nediyarbûna rewşa Emîr Mihemed Xanî
Tevî ku 17 roj bi ser binçavkirina Emîr Mihemed Xanî, çalakvanê medenî yê xelkê Dîwandereyê re derbas bûye, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer, telefon û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar bûye.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Malbata Emîr Mihemed Xanî ji bo agahdarbûna ji çarenivîsa wî û cihê ragirtina wî serî li saziyên ewlehî û dadwerî dane, lê ti bersiveke zelal ji wan re nehatiye dayîn.
Vê çavkaniya agehdar got: Nediyarbûna rewşa vî çalakvanê medenî, nîgeraniya malbat û kesûkarên wî zêde kiriye.
Roja Çarşemî 7’ê Sermawez a 1403’an a Rojî, ev çalakvanê medenî bêyî nîşandana belgeya dadgehê, li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Emîr Mihemedxanî zewicî ye û zarokek wî heye.
Heya niha ti zanyariyên berfireh li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd bi dest neketin.
Ev çalakvanê medenî pêştir jî bi sebeba çalakiyên xwe yên di sala 1397 û 1398`an a Rojî de hatiye binçavkirin û cezakirin.