Sine; Îdrîs Mênberî du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn
Endamê desteya rêveber yê komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” Îdrîs Mênberî ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi 2 sal girtîgeh hat cezakirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mênberî bi tohmeta “avakirina kom û pêkhateyan bi mebesta têkbirina ewlehiya welat” bi salek cezayê ragirtî û salek cezayê rawestandinê ji bo sê salan hat cezakirin û ev ceza di19 Sermaweza 1403an a Rojî d ji wî re hatiye ragihandin.
Vê çavkaniya haydar got jî: Cezayê 10 sal hepsa vî endamê “Nûjîn”ê li dadgeha pêdaçûnê hat betal kirin û dosyeya wî dîsa bo dadgeha Şoreş a Sine hat şandin.
Îdrîs Mênberî beriya niha ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi tohmeta “avakirina koman bi armanca têkbirina ewlekariya welat” 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û ev ceza di 4ê Xezelwera, 1402an a Rojî de, bi rêya parêzerên wî, Dr. Cewamîr Ebdulahî û Hêmin Mecîdî ji wî re hatibû ragihandin.
Herwisa di Rezber a sala 1402an a Rojî de, ev endamê birêvebiriya komeleya çandî û civakî ya "Nûjîn" ji aliyê taya 106 a dadgeha tawanan a Sine ve bi tohmeta "têkdana aramiya giştî" bi yek sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha Dêzilavaya Kirmaşanê û 40 derbên qamçiyan hatibû cezakirin.
Îdrîs Mênberî roja Yekşemî 9ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî heta bidawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin.
Roja Yekşemî 27’ê Sermaweza 1401’an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev çalakvanê Kurd di mala wî de binçav kirin û piştî lêgerîna malê, dest danîn ser laptop û kelûpelên wî yên şexsî û birine.
Ev çalakvanê medenî piştî ku hate binçavkirin, ji bo jêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Sine hatibû veguhastin.