Urmiye; Ji bo 3 girtiyên Kurd bi tohmeta “sîxurîkirina ji bo Îsraîlê” cezayê îdamkirinê hat dayîn
drîs Alî û Azad Şucayî du welatiyên xelkê gundê “Dule Germ” a ser bi bajarê Serdeştê û Resûl Ehmed Mihemed xelkê bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Iraqê, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve bi tohmeta sîxurîkirina ji bo Îsraîlê, cezayê îdamkirinê li wan hatiye birîn.
Li gor çavkaniyeke haydar, ev her sê welatî di meha Pûşpera 1402’an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlekarî yên Serdeştê ve hatine binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hatine veguhastin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev her sê welatî di dema binçavkirinê de ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatin e û piştî zêdetir ji sê mehan ji binçavkirina demkî, bo yekem car rê hat dayîn ku bi malbatên xwe re têkilî daynin.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên ewlehiyê ev her sê welatiyên han bi “sîxuriyê bo Îsraîlê” û “veguhastina alavên ku ji bo kuştina Fexrîzade hatine bikaranîn” tometbar kirin e.
Vê çavkaniya haydar got: Îdrîs Alî û Azad Şucayî li sînorê Serdeştê mijûlî kolberiyê bûn û ligel kasibkarê sînorî yê Silêmaniyê Resûl Ehmed Mihemed di çarçoveya lêpirsîn û ewlehiyê de hemû tohmet red kirin û hêzên ewlehiyê jî ji bo wergirtina îtrafên bi zorê ev van her sê welatî îşkence kirin e.
Vê çavkaniya agehdar got: Piştî zêdetir ji 8 mehan, ev her sê welatî ji girtîgeha Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatin veguhastin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Civîna dadgehîkirina wan her sê welatiyan, roja 1ê Rezbera sala 1402`an a Rojî li taya duyem a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê hat lidarxistin û di destpêka meha Xezelwera heman salê de, cezayê îdamê bo wan her sê girtiyan hat ragihandin.
Vê çavkaniya agehdar tekez kir: Ev 3 girtî di qonaxa lêkolînê ya dozgeriyê de, ji mafê hebûna parêzerekî bêpar mabûn û piştî ku dosye ji dadgeha Şoreşê re hat şandin, destûr ji wan re hat dayîn ku bi parêzerekî diyarkirî re hevdîtin bikin.
Roja Sêşemî 15’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, Esxer Cihangîr berdevkê desteya dadwerî di civîneke rojnamevaniyê de digel rojnamevanan, li derheq dosyeya kuştina Fexrîzade bêyî ku navên wan sê girtiyan bilêv bike, ragehand: Di qonaxa destpêkê de, ev sê kes cezayê îdamê li wan hatiye birîn û doz di qonaxa dawî de ye.
Îdrîs Alî û Azad Şucayî her du zewicî ne û du zarok û sê zarokên wan hene.
Wêne ji rastê ber bi çepê: Îdrîs Alî û Azad Şucayî