Li sînorê Newsûdê kolberek ji aliyê hêzên dewletê birîndar bû
16:53 - 5 Çirriya paşîn 2024
Roja Şemî 12’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, Mêrdîn Şukrî kolberê xelkê gundê “Daşe” a ser bi bajarê Pawe, li sînorê Newsûdê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê ve bi giranî birîndar bû.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast bi tivingê li vî kolberê 42 salî dane.
Di vê bûyerê de kolber ji serê û stûyê xwe bi giranî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hat veguhastin û hat ragihandin ku rewşa giştî ya vî kolber giran e.
Mêrdîn Şukrî zewicî ye û du zarokên wî hene.