Bane: Binçavkirin û bê agahî ji çarenivîsa welatiyê Kurd Rza Ehmedpûr

17:43 - 15 Çirriya paşîn 2024

Li 24ê Xezelwera 1403an a Rojî heta niha Sê roj bi ser binçavkirina welatiyê Kurd ê xelkê Bane Riza Ehmedpûr re derbas dibe û heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîs û cihê ragirtina wî de nîne.
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê ragihandiye; Riza Ehmedpûr kurê Salih û xelkê gundê “Berderş”a ser bi bajarê Bane, roja Sêşemî 22’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di nav rêza benzînxaneyê de hate binçavkirin.
 
Piştî binçavkirinê navbirî bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û ji mafê pêwendiya bi malbata xwe û dîtina parêzeran re bêpar e.
 
Heya niha ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Riza Ehmedpûr de nîne.
 
Ev welatiyê Kurd zewicî ye û du zarokên wî hene.