Li sînorê bajarê Pîranşarê 2 kolber hatin kuştin û birîndarkirin

10:32 - 8 Çirriya pêşîn 2024

Roja Duşemî 16’ê Rezbera 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Hisên Kemaliyan” xelkê Pîranşarê bi sebeba teqe û lêdana hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da û kolberek din jî bi sebeta teqekirina van hêzan bi giranî birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li van kolberan li bilindahiyên sînorê “Delavan” a Pîranşarê reşandine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: “Piştî birîndarbûna Hisên Kemaliyan ji aliyê hêzên hikûmetê ve, navbirî rastî lêdanê hatibû, serê wî birîndar bibû û piştî veguhastina bo nexweşxaneyê bi sebeba kûrahiya birînan canê xwe jidest da.” 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Kolberek din bi navê “Ferdîn Qilaş” xelkê “Konexane” ya Pîranşarê di vê bûyerê de ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve bi giranî birîndar bûye û bi sebeba kûrahiya birînên xwe, bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin. 
 
Hisên Kemaliyan 38 salî kurê Murad xelkê gundê “Endize” ya ser bi navçeya Lacan a Pîranşarê ye. 
 
Wêne: Hisên Kemaliyan