Sine; Berdewamiya binçavkirin û nebûna zanyariyan li derheq rewşa Harûn Selîmî
19:43 - 26 Çirriya pêşîn 2024
Roja Duşemî 30’ê Roj a 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Harûn Selîmî” xelkê gundê “Şiyan”a ser bi bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin, û ti zanyariyên berfereh li derheq rewşa wî de tûne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev welatiyê 33 salî li yek ji cadeyên bajarê Sine binçav kirin e.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heya niha hewlên malbata Harûn Selîmî ji bo zanîna cih û rewşa wî bê encam mane.
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirna Selîmî û tohmetên li ser wî de ti agahî nînin.