Bokan; Binçavkiirina Mîlad Nasirî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
12:12 - 24 Çirriya pêşîn 2024
Roja Çarşemî 2’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, Mîlad Nasirî welatiyê Kurd yê xelkê gundê “Kanîreş”a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, binçavkirina vî welatiyê Kurd li gundê “Kanîreş” bêyî belgeya dadgehê hatiye encamdan.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Mîlad Nasirî piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û malbata wî ji çarenivîs wî nizanin.
Heya niha bi belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.