Emîr Silêmanî li girtîgeha Urmiyê hat îdamkirin

23:01 - 19 Çirriya pêşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 24’ê Rezbera 1403’an a Rojî,  girtiyê bi navê Emîr Silêmanî” li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han nêzîkî du salan berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Emîr Silêmanî 30 salî ye û xelkê Urmiyê ye. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.