Berdewamiya binçavkirin û nezanîna rewşa sînemakarê Kurd Riza Elayî

18:03 - 14 Çirriya pêşîn 2024

Tevî ku zêdetir ji mehekê bi ser binçavkirina sînemakar û derhênerê Baneyê Riza Elayî re derbas bûye, lê heta niha ti zanyariyek li derheq rewşa wî û çarenivîsa wî de nîne. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev fîlmçêkerê Kurd di dema binçavkirinê de tenê yek pêwendiya telefonî ya kin bi malbata xwe re kiriye û nayê zanîn li kîjan girtîgeha ewlehiyê de ye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Elayî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye. 
 
Roja Çarşemî 21ê Xermanana 1403an a Rojî, Riza Elayî bêyî bwlgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe ya şexsî de hatie binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Riza Elayî xwediyê çendîn kurtefîlm û dirêje, di nav wan de derhênerê filmê “Zemînhayê kesîf” e, ku bi awayekî serkeftî beşdarî festîvala navnetewî ya Cannesê bûye. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina wî rêveberî de zanyariyên berfireh bi dest neketin.