Kolberê birîndar ê xelkê Serdeştê Siyamend Hesenpûr ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da

18:02 - 14 Çirriya pêşîn 2024

Roja Pêncşemî 19’ê Rezbera sala 1403’an  Rojî, Siyamend Hesenpûr kolberê birîndar ê xelkê Serdeştê, bi sedema kûrahiya birînên xwe li nexweşxaneya bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da. 
 
Li gor çavkaniyek haydar, heftiya borî ev kolberê 37 salî, piştî ku li sînorê “Qendîl” a Serdeştê ku ji bilindahiyê ketibû, bi sedema kûrahiya birîna ji mêjiyê wî ketibû komayê. 
 
Siyamend Hesenpûr kurê Mihemed xelkê gundê “Esb Mîrza” a ser bi bajarê Serdeştê, zewicî ye û xwediyê du zarokan e.