Pîranşar; Binçavkirina Seidûn Şerîfî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

23:56 - 5 Îlon 2024

Êvariya roja Çarşemî 14’ê Xermanana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Seidûn Şerîfî” kurê Hisên xelkê gundê “Girdase” ya ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, demjimêr 23:00, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçav kirin e. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Telefona Şerîfî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dest bi serde hatiye girtin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatiye veguhastin. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Se`idûn Şerîfî tine.