Girtîgeha Urmiyê; Nayîb Hacîzade şandin mirexesiyê
Roja Duşemî 2’ê Rezbera 1403’an a Rojî, Nayîb Hacîzade girtiyê siyasî yê Kurd xelkê Urmiyê, ji girtîgeha navendî ya vî bajarî bo mirexesiyê hat şandin.
Li gor çavkaniyek agehdar, ev girtiyê siyasî yê temen 46 salî, piştî danîna barimteyê bo 3 rojan bo mirexesiyê hatiye şandin.
Roja Çarşemî 3’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, ev girtiyê siyasî yê Kurd piştî neştergeriyê li nexweşxanê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hat vegerandin.
Roja Yekşemî 13’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, Nayîb Hacîzade piştî danîna barimteya 3ê milyar Tûmenî, ji bo nexweşiyê hat şandin.
Ev girtiyê siyasî roja Yekşemî 3ê Reşemeya sala 1399an a Rojî, bi sebeba hebûna platîn di lingê wî de, li nexweşxaneya derveyî girtîgehê, neştergerî bû û platîn ji lingê wî hat derxistin.
Nayîb Hacîzade welatiyê gundê “Îngice” ya ser bi navçeya Bradost a ser bi bajarê Urmiyê, roja 16èê Rezbera 1398an a Rojî, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û roja 27ê Rezbera heman salê, bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin.
Ev girtiyê siyasî yê Kurd bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de û propaganda li dijî hikûmetê” ji aliyê taya duyem a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi 10 sal û rojekê cezayê hepsa ragirtî hat cezakirin û ev ceza bi dengê nerazîbûnê bo 7 sal û 6 mehek girtîgehê hat kêmkirin.