Silêman Çûpanî bo girtîgeha Nexede hat veguhastin

21:29 - 20 Îlon 2024

Roja Sêşemî 27ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Silêman Çûpanî” xelkê Pîranşarê ji girtîgeha Îtla`ata Urmiyê bo girtîgeha Nexede hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar bûye. 
 
Roja Pêncşemî 15’ê Xermanana 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê Çupanî bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirin e. 
 
Ev welatiyê Kurd zewicî ye, xwediyê sê zarokan e û xelkê “Girdekşanê” ya ser bi bajarê Pîranşarê ye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê li derheq sebeba binnçavkirin û tohmetbarkirina Silêman Çûpanî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.