Girtiyê xelkê Kengawerê li girtîgeha Hemedanê hat îdamkirin

09:10 - 2 Îlon 2024

Sibeha roja Yekşemî 11ê Xermanana sala 1403an a Rojî,  girtiyê xelkê bajarê Kengawerê bi navê “Sabir Cemalî” li girtîgeha navendî ya Hemedanê de hat îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, ev girtiyê temen 30 salî li sala 1398`an a Rojî, li bajarê Hemedanê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.