Dîwandere; Hejmara kesên roja Yekşemê hatin binçavkirin derket 5an

22:34 - 9 Îlon 2024

Roja Yekşemî 18ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Muzefer Darayî” xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin, ku di vê rojê de didel wî welatî de hejmara kesên hatinî binçavkirin derket 5 kesan. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê kurd û ew binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Hêzên ewlehiyê li mala Muzefer Darayî jî vekolan e. 
 
Heya niha bi belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Yekşemî 18ê Xermanana 1403an a Rojî, Mihemed Emînî, Nevîd Şerîfî, Fuad Muradî û Ferhad Qemerî, çar welatiyên din Kurd ên xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin e.